Artêşa Sûrîyê: Em jibo bersivdana himberî zorbêjîyên Tirkîyê amade ne
Fermandetîya Artêşa Sûrîyê pêgirî kir ku pêgirîya Tirkîyê ser domandina êrişên ser axa Sûrîyê binpêkirina qanûnên navnetewî ye û dîyar kir ku sûrî jibo bersivdana himberî zorbêjîyên Tirkîyê amade ne.
Fermandetîya Artêşa Sûrîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku Tirkîye bi êrişa zorbêjane ser axa Sûrîyê hewil dide pêşîya işkesta têrorîstan li parêzgehên Idlib û Helebê bigire.
Fermandetîya Artêşa Sûrîyê di dewama daxûyanîyê de amajeyî êrişên berfire yên Artêşa Tirkîyê ser deverên xelknişîn û deverên bicihbûna leşkerên Sûrîyê kir û ragihand ku ew êrişên Enqerê dê paqijkirina parêzgehên Heleb û Idlibê ji têrorîstan asteng nekin.
Artêşa Tirkîyê di van rojê dawîyê de çend caran di çarçova piştgirîya ji têrorîstan êrişî binke û baregehên Artêşa Sûrîyê li parêzgehên Heleb û Idlibê kirîye.
Artêşa Tirkîyê mideha 3 salên buhurî de çend herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê ji wan Efrîn, Serêkanî û Grêspî dagir kirine.