Artêşa Sûrîyê 2 gund li rojavaya parêzgeha Helebê azad kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313113-artêşa_sûrîyê_2_gund_li_rojavaya_parêzgeha_helebê_azad_kirin
Artêşa Sûrîyê duh danê êvarê gundên Xan Esel û Kefer Nûran li rojavaya parêzgeha Helebê ji lepên têrorîstan azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2020 04:14 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê 2 gund li rojavaya parêzgeha Helebê azad kirin

Artêşa Sûrîyê duh danê êvarê gundên Xan Esel û Kefer Nûran li rojavaya parêzgeha Helebê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Gundê Xan Eselê li rojavaya şarê Helebê û gundê Kefer Nûranê jî li başûra rojavaya wê parêzgehê ye.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) jî ku meqera wê li Londonê ye, şeva buhurî ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê rêya navdewletî ya M5 ku Helebê bi Şamê ve girê dide, bi temamî kontrol kirine.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê herwiha ragihand, kêm maye ku hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokê Etaribê jî tam bixin bin kontrola xwe.

Artêşa Sûrîyê îro jî li rojavaya şar Helebê pêşda çû û karî hin deverên Raşidînê azad bike û têrorîstan ji duyemîn şarê mezin ê Sûrîyê paşda bide.