Reuters: Artêşa Sûrîyê rêya navnetewî ya Heleb-Şamê tam xist bin kontrola xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313095-reuters_artêşa_sûrîyê_rêya_navnetewî_ya_heleb_Şamê_tam_xist_bin_kontrola_xwe
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku Artêşa Sûrîyê rêya navnetewî ya Heleb-Şamê tam xist bin kontrola xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2020 13:55 Asia/Tehran
  • Reuters: Artêşa Sûrîyê rêya navnetewî ya Heleb-Şamê tam xist bin kontrola xwe

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku Artêşa Sûrîyê rêya navnetewî ya Heleb-Şamê tam xist bin kontrola xwe.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ku meqera wê li Londonê ye û rewşa Sûriyê dişopîne, ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê rêya navdewletî ya M5 ku Helebê bi Şamê ve girê dide, bi temamî kontrol kirine.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê herwiha ragihandiye, kêm maye ku hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokê Etaribê jî tam bixin bin kontrola xwe.

Karwanekî leşkerên Tirkîyê jî li nêzîkî bajarokê Etaribê li derdora rojavaya Helebê bû armanca êrişên balafirên cengê yên Artêşa Sûrîyê.

Navenda Hevdengkirina Komên Çekdar li Sûrîyê ragihand ku karwanekî leşkerên Tirkîyê jî li nêzîkî bajarokê Etaribê li derdora rojavaya Helebê kete ber êrişa balafirên cengê yên Artêşa Sûrîyê ku di encamê de hejmarek leşkerên tirk birîndar bûn.

Artêşa Sûrîyê duh Duşemê jî di bersiva êrişên Artêşa Tirkîyê ser çeperên wê de li Idlibê, êrişî baregeha Artêşa Tirkîyê li devera Teftnazê kir.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku di encama wê êrişa Artêşa Sûrîyê de 5 serbazên tirk hatine kuştinê û çend jî birîndar bûne.