Tirkiyê helîkoptereke Sûriyê jorda xist
Sibat 11, 2020 13:18 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, helîkopetereke cengê ya artêşa Sûriyê xiste xwarê.
Çavkaniyên xwecî li Sûriyê ragihandin, ku artêşa Tirkiyê îro Sêşemê 11ê Sibatê li sînorê rojhilatê parêzgeha Idlibê helîkoptereke cengê ya hêzên hikûmeta Sûriyê kiriye armanc û jorda xistiye.
Li gorî agahîyan, ew helîkoptera Sûriyê li nêzîk gundê Nairab ku dikeve rojavayê bajarokê Serqaib ser bi Idlibê, hatiye jordaxistinê.
Ew yek di demekê de ye, ku pêr Yekşemê artêşa Sûriyê di êrşkeê de binkeyeke leşkerî û xala çavdêriya artêşa Tirkiyê li Teftenaz a Idlibê kiribû. armanc û bi gotina Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di encama êrîşê de 5 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûbûn.