Sedî 50ê parêzgeha Idlibê ji bin dagîrkeriya têrorîstan hat rizgarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313048-sedî_50ê_parêzgeha_idlibê_ji_bin_dagîrkeriya_têrorîstan_hat_rizgarkirin
Artêşa Sûriyê serdestiya xwe li ser derdora sedî 50ê rûbera parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya vî welatî tekûz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2020 03:59 Asia/Tehran
  • Sedî 50ê parêzgeha Idlibê ji bin dagîrkeriya têrorîstan hat rizgarkirin

Artêşa Sûriyê serdestiya xwe li ser derdora sedî 50ê rûbera parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya vî welatî tekûz kir.

Kanala Exbariyê ya Sûriyê Yekşemiyê ragihand ku artêşa vî welatî kariye derdora sedî 50 ji parêzgeha Idlibê ji bin dagîrkeriya komên têrorîst azad bike.

Parêzgeha Idlibê dawîn baregeha têrorîstan li Sûriyê ye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.