MSD: Şam razî bûye danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313025-msd_Şam_razî_bûye_danûstandinan_bi_rêveberiya_xweser_re_bike
Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) radigihîne, Hikûmeta Sûriyê razî bûye bi garantiya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2020 09:59 Asia/Tehran
  • MSD: Şam razî bûye danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re bike

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) radigihîne, Hikûmeta Sûriyê razî bûye bi garantiya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike.

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed di hevpeyvînekê bi rojnameya “aawsat” re ragihand, piştî danûstandinên wan li navenda Himêmîmê bi şanderê Rûsî re, civîna wan a hefteya bûrî jî berdewamiya wan hevdîtinan bû û piştre jî wan serdana Şamê kir û bi amadebûn şanderê Rûsî ew bi Serokê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî Elî Memlûk re civiyan.  

Îlham Ehmed aşkere kir, Hikûmeta Sûriyê razîbûye bi garantiya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike û komîteyeke bilind ji bo gotûbêkirina qanûna Rêveberiya Xwecihî û sîstema Rêveberiya Xweser pêk bîne.

Amaje bi wê jî da, Rûsya ji bo navbênkariyê bike û dest bi proseya siyasî û danûstandinan bibe cidî ye û wan soz daye ku fişarê li rêjîma Sûriyê bike, ta li çareseriyeke giştgîr razî bibe.

Wê herwiha got ku ew li bendê ne ev sozên ku ji wan re hatine dayîn li pratîkê pêk werin û dest bi danûstandinên fireh û giştgîr bêne kirin û her aliyek bi berpirsatî, ne bi zimanê gef û bijardeyên serbazî riftarê bike.

Di beşeke din a hevpeyvînê de Îlham Ehmed aşkere dike, ew nabin beşek ji danûstandinên Astana û Soçî, lê ew ligel proseya aştiyê ya Cenêvê ya li gor biryara navdewletî 2254 in û dê bibin beşek ji Komîta Destûrê jî.