Artêşa Sûriyê 136 nevçeyên Idlibê xistine destê xwe
Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê ragihand, ku di heyama çend rojan de, wan bajarê Maeret Numanê û 28 bajarok û gund kontrol kirine. Artêşa Sûriyê dibêje li ser hev heya niha 136 nevçeyên Idlibê û derdora Helebê ketine bin kontrola wan û gelek terorîst jî hatine kuştin û birîndar bûne.
Fermandariya Artêşa Sûriyê eşkere kir, ku dê li ser operasyonên xwe berdewam bin, heta ku hemû xaka Sûriyê kontrol bikin.
Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Yekîneyên hêzên me yên çekdar li gundewarên başûrê Idlibê, operasyonên xwe yên leşkerî berdewam kir ji bo ku sînorek ji tawanên çekdaran re dayine, ku navçeyên aram û xalên hêzên me bi rokêt û otombêlên bombekirî dikin armanca xwe.”
Herwiha hate ragihandin, “Hêzên artêşa Sûriyê di rojên derbasbûyî de, gelek gund û bajarok li parêzgeha Idlibê û derdora Helebê azad kirin, yên weke, Xantûman, Dêr Şerqî, Meer Şemarîn, Tel Minis, Meer Şemşe, Meer Şorîn, El Zeelane, El Amûdiya, Babîla, El Dana, Ferûma, El Hamidiye, Xerbêt Hinak, Dêr Xerbî, Bisîda, Teqane, Kefer Basîl, Babûlîn, Cerablus, Cozfîn, El Salihiye, Sehyan, El Xedfe, Meeseran, Tel El Sewqami, Eyin El Ban, Tel Dibis, Merate, Eyin Qirei, Maeret Numanê.”
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, “Fermandariya Giştî ya Artêş û hêzên çekdar, paqijkirina van gund û bajaroka radigihîne di heman demê de tekezî li ser bicîkirina erkên xwe yên destûrî, niştîmanî û exlaqî dike derbarê şopandina rêxistinên mayî yên terorîstî heta ku hema xaka Sûriyê ji terorê bi hemû navên wê were rizgarkirin.”