Artêşa Sûrîyê pêşdaçûna li Idlibê didomîne û 2 gund azad kirin
Sibat 08, 2020 04:26 Asia/Tehran
Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdaçûnên xwe li parêzgeha Idlibê de, gundên Til Kiratîn û Meharîmê ji lepên têrorîstan azad kirin.
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku artêşa Sûrîyê tevî azadkirina wan du gundan, dest bi teqîbkirina têrorîstên işkestxwarî li derdora rojhilata parêzgeha Idlibê kirîye.
Di encama opêrasyona Artêşa Sûrîyê jibo azadkirina gundên Til Kiratîn û Meharîmê ji lepên têrorîstan de bi dehan têrorîst hatine kuştinê.