Daxûyanîya PYD: Tirkîye mezintirîn gef jibo Sûrîyê ye
Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) a Kurdên Sûrîyê ragihand ku Tirkîye mezintirîn gef jibo Sûrîyê ye.
PYD di daxûyanîyekê de pêgirî kir ku Tirkîye mezintirîn gef jibo Sûrîyê ye. Enqere li Idlibê pişta komên têrorîst digire û rêekvtina digel Moskowê cih nayne. Tirkîye bi sîyasetên guhertina dêmogirafîya Efrîn, Serêkanî û Girêspîyê û karên ku dijî welatîyên sivîl dike, qeyrana Sûrîyê kûrtir dike. Dewleta Tirkîyê qeyrana penaberên ku li wî welatî bicih bûne xwe ra kirîye derfetek û hewil dide bi wê jibo bidestxistina armancên xwe li Sûrîyê civaka cîhanî razî bike û bi awayekî berdewam gefan li Ewrûpayê dixwe.
Ligorî daxûyanîya PYD, alûgurên lezgîn ên Sûrîyê û navçê kûratîya qeyranan nîşan didin. Guhertinên ku gelê herêmê bi wan re rûbirû ne, herwiha qeyranên sîyasî, aborî û civakî li herêmê bûne sedema pêkhatina rewşekê jibo destpêkirina şerê cîhanî yê sêyem.