Têrorîstan li Helebê bi hawanê êriş kirin; 11 kuştî û birîndar hene
Komên têrorîst li rojavaya bajarê Heleba bakurê Sûriyê, hin taxên vî bajarî dane ber roket û topên hawanê.
Li gorî rapora SANA Newsê, Di êrîşên komên têrorîst ser rojavaya bajarê Helebê, herîkêm 4 welatiyên sivîl ji wan zarokek hat kuştin û heft kes birîndar bûn.
Di vî halî da, pêşdaçûnên artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê û pevçûnên giran navbera hêzên artêşê û têrorîstan li rojava û başûrê Helebê didome.
Artêşa Sûriyê ji demek beriya niha va wek berteka dijî binplêkirina berdewam a agirbesê ji aliyê têrorîstan va li parêzgeha Idlibê, operasiyona leşkerî li vê navçeyê dest pê kir û heta niha kariye hin beşên vê parêzgehê bêxe bin kontrola xwe.
Parêzgeha Idlibê dawîn baregeha komên çete û têrorîst li Sûriyê ye ku bi azadkirina vê parêzgehê û hin beşên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê, dê koka têrorîsmê li vî welatî were qelandin.