Rûsya: Tirkiyê hin erkên xwe yên derbarê Idlibê de bi cih neanîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312912-rûsya_tirkiyê_hin_erkên_xwe_yên_derbarê_idlibê_de_bi_cih_neanîne
Wezîrê derve yê Rûsyayê got: Tirkiyê hin erkên xwe yên sereke yên derbarê Idlibê de pêk neanîne û anî ziman ku, Tirkiye çeteyên Sûrî dişîne Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2020 14:18 Asia/Tehran
  • Rûsya: Tirkiyê hin erkên xwe yên derbarê Idlibê de bi cih neanîne

Wezîrê derve yê Rûsyayê got: Tirkiyê hin erkên xwe yên sereke yên derbarê Idlibê de pêk neanîne û anî ziman ku, Tirkiye çeteyên Sûrî dişîne Lîbyayê.

Sêrgêyî Lavrov li xeberdana bi Rossiyskaya Gazeta got: "Mixabin di vê pêvajoyê de aliyê Tirk nedikarî hin sozên xwe yên bi mebesta çareserkirina bingehîn a pirsgirêka Idlibê pêk bîne."

Lavrov destnîşan kir ku Tirkiyê nedikarî "Opozisyona Sûriyê ya çekdar" a ku bi Tirkiyê re hevkariyê dike û ji diyalogên bi hikûmeta Sûriyê re di çaroveya prosesa siyasî de amade ye ji terorîstên "Cebhet El-Nusra" an ku "Heyet Tehrîr El-Şam" re veqetîne.

Lavrov bi domdarî got: "Agahî hene ku hêzên Tirk li herêma Idlibê belav bûne û di navberê wan û artêşa Sûriyê de şer derket. Artêşa me li wir rewşê dişopîne, li gorî daxuyaniyên me yên berê ku Desteya Giştî ya Erkanê dabû, artêşa Tirkîyê li hin deverên herêma kêmkirina şêrr li Idlibê pêş ket bêyî ku agahî bide, ji ber wê me nedikarî artêşa Sûriyê bi vê yekê agahîdar bikin, derbe çêbûn û bersivên wan hatin dayîn, piştre aliyê Tirk gefên girtina tedbîrên rakirina tolê xwar, ev cihê xemîgiyeke mezin e."

Wezîrê derve yê Rûsya anî ziman ku bi sedan çete ji herêma "kêmkirina şêrr" li Idlibê ber bi Lîbyayê ve têne şandin da ku beşdarî şêrr bibin.

Li gor nûçek din, Dewleta Tirkîyê baregehek Rûsyayê li Şerayê topbaran kir.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku artêşa Tirkîyê û çeteyên wê baregeheke hêzên Rûsyayê li gundê Kiştiharê yê navçeya Şera ser bi Efrînê topbaran kir. Derbarê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.