Sûrîye: Bicihbûna hêzên Tirkîyê li axa Sûrîyê neqanûnî ye
Sibat 05, 2020 06:22 Asia/Tehran
Fermandetîya Artêşa Sûrîyê ragihand ku bicihbûna hêzên Tirkîyê li axa wî welatî neqanûnî û karekî bikîn û dijminane ye û Artêşa Sûrîyê jibo bersivdayîna lezgîn himberî her cure êrişa wan hêzana tam amade ye.
Fermandetîya Artêşa Sûrîyê di daxûyanîyekê de pêgirî kir ku Artêşa Sûrîyê hela jî erka xwe ya netewî ya parastina axa welêt û jinavbirinakomên têrorîst ku êrişî deverên sivîlnişîn ên bazineya kêmkirina gêeyê li Idlibê dikin, didomîne.
Artêşa Sûrîyê herwiha ragihand ku hêzên wê hela jî jibo parastina welatîyên sivîl li şarê Seraqibê û devera Til Toqanê ku ji hêla têrorîstan ve hatine dorpêçkirinê, hewil didin.