Artêşa Sûriyê kontrola çend gundan li derdora Helebê xiste destê xwe
Artêşa Sûriyê bi têkbirina meqerên terorîstan li derdora parêzgeha Idlibê kontrola çend gundên din girt destê xwe.
Li gorî rapora SANA News`ê, artêşa Sûriyê gundên Merdîx, Kidor, Rewîhe li başûrê rojhilata Idlibê xist bin kontrola xwe.
Li pêşdeçûnên artêşa Sûriyê ber bi Idlibê, hejmarek ji terorîstan hatin kuştin.
Li gor nûçeyeke din, Yekînên artêşa Sûriyê veşartgeh û mêhwerên hatûçûyîna terorîstan li du navçên Xan Esel û Cemiye Kehrubayê li derdora rojava Helebê li bakurê vî welatî dan ber êrişan.
Artêşa Sûriyê ji midehek berî niha va weke berteka li hember kiryara kiryara terorîstan li vibpêkirina berdewam a agirbesê li parêzgeha Idlibê, operasyona eskerî li vê navçê destpê kir û heta niha kariye hin beşên bê parêzgeha bixe bin kontrola xwe.
Parêzgeha Idlibê ciyê herî dawiyê yê pêgeha terorîstan di nav axa Sûriyê de ye.