Artêşa Sûrîyê hin deverên din li Idlibê xistin bin kontrola xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312872-artêşa_sûrîyê_hin_deverên_din_li_idlibê_xistin_bin_kontrola_xwe
Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdeçûnên xwe de li derdora Idlibê çend deverên din xistin bin kontrola xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2020 13:12 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê hin deverên din li Idlibê xistin bin kontrola xwe

Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdeçûnên xwe de li derdora Idlibê çend deverên din xistin bin kontrola xwe.

Hêzên Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdeçûnên xwe de gundê Merdîxê li başûra şarê Seraqibê xistin bin kontrola xwe.

Hêzên sûrî herwiha gundên Kedûr û Rewîhê li başûra rojavaya Seraqibê li başûra rojhilata Idlibê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Hêzên sûrî di encama wan pêşdeçûnan de gellek têrorîst kuştin û birîndar kirin.

Ji hêla din ve, hêzên Artêşa Sûrîyê êrişî veşartgeh û mêhwerên hatin û çûyîna têrorîstan li deverên Xan Esel û Cemîye Kehrebayê li derdora rojavaya Helebê kirin.