Êrişa bi roketên hawanê ser avahiyên gazê li rojavayê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312865-Êrişa_bi_roketên_hawanê_ser_avahiyên_gazê_li_rojavayê_sûriyê
Televîziyona dewleta Sûriyê ragihand ku terorîstan çendîn roketên hawanê li teşkîlat û avahiyên gazê li rojhilata bajarê Humsê ku dikeve rojavaya Sûriyê xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • Êrişa bi roketên hawanê ser avahiyên gazê li rojavayê Sûriyê

Televîziyona dewleta Sûriyê ragihand ku terorîstan çendîn roketên hawanê li teşkîlat û avahiyên gazê li rojhilata bajarê Humsê ku dikeve rojavaya Sûriyê xistin.

Televîziyona dewletî ya Sûriyê vê sibeyê ragihand ku karistana gazê ya Îbila li rojhilata bajarê Humsê û teşkîlateke din ya başûra vî bajarê bi çendîn roketên hawanê kirin hedef.

Li gor nûçeyeke din artêşa Sûriyê bi azadkirina du bajarokên Turnebe û El-Nîreb xwe gihandin yek kîlometriya bajarê Seraqib û ji aliyekî din ve bi tenê heşt kîlometran ji bajarê Idlibê dûr in.

Artêşa Sûriyê di bersiva kiryara terorîstên ser bi Tirkiyê li babeta binpêkirina agirbesê de li parêzgeha Idlibê li dijî terorîstan operasiyoneke berfire dane despêkirin û di encama vê operasiyona gelek bajarok û gund û deverên vê parêzgehê û herwiha deverên derdora Helebê ji bin lepên terorîstan derxistin.

Parêzgeha Idlibê û çendên deverên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê beşên herî dawiyê yên bin destê terorîstan e ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike û niha di encama operasiyonên artêşa Sûriyê û piştgiriya Rûsyayê ev deverana li ber azadbûna tam de ne.