Hin navçeyên din li bakurê rojavaya Sûriyê hatin rizgarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312838-hin_navçeyên_din_li_bakurê_rojavaya_sûriyê_hatin_rizgarkirin
Artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûna xwe li bakurê rojavaya vî wealtî karî du bajarokan li rojhilata parêzgeha Idlibê ji bin dagirkeriya komên çete azad bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2020 11:34 Asia/Tehran
  • Hin navçeyên din li bakurê rojavaya Sûriyê hatin rizgarkirin

Artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûna xwe li bakurê rojavaya vî wealtî karî du bajarokan li rojhilata parêzgeha Idlibê ji bin dagirkeriya komên çete azad bike.

Artêşa Sûriyê karî ku kontrola tam a bajarokên Cobas û Sanê li başûrê rojavaya Seraqibê li rojhilata parêzgeha Idlibê bi dest bixe.

Artêşa Sûriyê berêvariya Yekşemiyê jî piştî pevçûna giran tev komên têrorîst karî ku gundê Xelseyê li bereya Xan Tûmanê li rojavaya Helebê azad bike.

Artêşa Sûriyê ji demek beriya niha va wek berteka dijî kiryara têrorîstan a binpêkirina berdewam a agirbesê li parêzgeha Idlibê, operasiyona leşkerî li vê navçeyê  dest pê kir û heta niha kariye hin beşên vê parêzgehê rizgar bike.