4 çekdarên Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatin kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku çar çekdarên vî welatî li bakurê Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî rapora ajansa Anatuliyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihndin ku "Di êrîşên esmanî yên hêzên Rûsiye û Sûriyê ser derdora bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê, çar çekdar hatin kuştin û neh kes birîndar bûn."
Erdoxanê serokomarê Tirkiyê heftiya pêş wiha gotibû: "Tevî ku hejmareka zêde ya hêzên Tirkiyê bi armanca şerê dijî komên têrorîst li parêzgeha Idlibê bi cih bûne û haya Rûsiyê ji vê yekê heye, lê Rûsiye hema wisa bombebarana xwe li van navçeyan didomîne."
Di vî halî da Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê wek berteka derheqê gotinên Erdoxên ragihand: Mosko li er sozên xwe tev dewleta Şamê jibo êrîşa ser çeperên komên têrorîst li Sûriyê ye.
Itiraza Erdoxên li Rûsiyê derbarê êrîşa ser baregehên Tirkiyê ji aliyê Rûsiyê va di rewşekê da ye ku hêzên rûsî bi erêkirin û hevahengiya tev dewleta Şamê li Sûriyê ne, lê hêzên Tirkiyê bêyî îzna Sûriyê derbasî axa vî welatî bûne.