Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312812-li_helebê_şer_di_navbera_grûpên_çekdar_û_artêşa_sûriyê_de_derket
Li rojavayê Helebê di navbera artêşa Sûriyê û têrorîstên Desteya Tehrîr El-Şam de şer derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2020 13:25 Asia/Tehran
  • Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de derket

Li rojavayê Helebê di navbera artêşa Sûriyê û têrorîstên Desteya Tehrîr El-Şam de şer derket.

Li rojavayê Helebê şer û pevçûneke dijwar di navbera artêşa Sûriyê û têrorîstên Desteya Tehrîr El-Şam ‎de derket, artêşa Sûriyê dixwaze rêyeke stratejîk kontrol bike ku Şama paytext bi çend bajarên bakur ‎ve girêdide.‎

Şer li navçeya Cemiiye Zehra ya rojavayê Helebê derket û hikûmeta Sûriyê dibêje, bersiva êrîşeke ‎têrorîstên Desteya Tehrîr El-Şam daye ku xwestine hinek avahiyan li navçeyê kontrol bikin.‎

NAvenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku meqera wê li Londonê ye radigihîne ku aliyên ser bi Tirkiyê ve êrîşeke berfireh birine ser artêşa ‎Sûriyê li derdora Helebê.

Ajansa Nûçeyan a Ferm ya Hikûmeta Sûriyê, SANA NEWS jî radigihîne ku artêşa Sûriyê bi awayekî serkeftî ‎bersiva êrîşê daye û hinek pêgehên têrorîstên Desteya Tehrîr El-Şam li derdora Xan Tûman û Xalidiye kirine ‎armanc.

Ajansên xwecihî duh ragihandin ku li herêma Şehbayê şer û pevçûnên dijwar di navbera têrorîstan û artêşa Sûriyê de rû dane.