Kontrola artêşa Sûriyê ser bajarokê stratejîk ê Zeytanê li derdora Helebê
Artêşa Sûriyê bi têkbirina meqerên terorîstan li derdora Helebê li bakurê vî welatî, ser bajarokê giring û stratejîk ê Zeytanê serdest bû.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr News`ê, artêşa Sûriyê li pêvajoya azadkirina bajarokê Zeytanê li derdora Helebê hin xisar li terorîstan xistin.
Li derdora başûrê rojhilata Idlibê jî artêşa Sûriyê karî navçên Kefer Betîx, Kefer Dadîx û Enqeratiyê ji lepên terorîstan azad bike û bixe bin kontrola awe
Artêşa Sûriyê ji midehek berî niha weke berteka li hember kiryara terorîstan li binpêkirina berdewama a gairbesê li parêzgeha Idlibê, operasyona eskerî li vê navçê destpê kir û heta niha kariye hin beşên vê parêzgehê bixe bin kontrola xwe.
Parêzgeha Idlibê dawîn meqera komên terorîstî li Sûriyê ye ku bi azadkirina vê parêzgehê û hin beşên rojava Helebê û rojhilata Lazqiyê, dê hebûna terorîstmê li vî welatî ji holê rake.