Işkesta terorîstan li êrişa ser bajarokê El-Zehrayê li Heleba Sûriyê
Yekînên artêşa Sûriyê êrişa terorîstan ser bajarokê El-Zehrayê li rojava Helebê li bakurê Sûriyê bê encam kirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, terorîstên taxima Tehrîr Şamê duh berêvarê bi sê trimbêlên bombekirî dilê êrişa ser bajarokê şîenişîn ên El-Zehrayê li rojava Helebê hebûn ku artêşa Sûriyê ewe beriya gihêştina bi armancên wan dan ber êrişan û ew têk birin.
Artêşa Sûriyê li rojên buhurî karî bajar û gundên zav li Idlibê û Helebê ji kontrola terorîstan derxîne û derbên giran li wan xîne.
Di dewama pêşdeçûnên artêşa Sûriyê li derdora başûrê Helebê li bakurê Sûriyê jî meqerên terorîstên ser bi bereya El-Nusre li mêhwera bajarokê Xalidiyê ji aliyê hêzên sûrî hat gullebarankirin.
Artêşa Sûriyê niha bo operasyona berfireh a azadkirin û paqijkirina bakurê rojava Helebê amade dibe.
Yekînên artêşa Sûriyê li rojên derbasbûyî hin navçe ji wan Xan Tûman, Raşidîn 5, Mêrata û deporên ardûyê û çek û sîlehên Xan Tûmanê piştî paqijkirina van navçana ji lepên dawîn koma terorîstan azad kirin.