Amerîka du bargehên xwe yên leşkerî li Sûriyê berfire dike
Ajansa Anadoluyê ya Dewleta Tirkiyê ragihandku leşkerên Amerîkayê mijûlî berfirekirina bargehên xwe li meydanên neftê yên bakura rojhilata Sûriyê yên wekî meydana neftê ya El-Umer li parêzgeha Dêrazorê û Til Bîderê li parêzgeha Hesekê ne.
Vê ajansa dewleta Tirkiyê diyar kir ku leşkerên Amerîkayê pêvajoya berfirekirina bargehên xwe li meydanên neftê yên el-Umer û Til Biderê dane despêkirin.
Di vê navberê de Rêxistinab bi navê Zêrevanê Mafê Mirovan a dijberên Sûriyê ku cihê wê li Londona Brîtanyayê ye ragihandku karwaneke leşkerên amerîkî ku ji 50 erebeyan pêk dihat û barê wan çek û sîlah û tiştên locestîk bû çarşemê 29 Çileya 2020 ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî bakura rojhilata Sûriyê bû. Biryar e leşkerên amerîka van amûr û alavên locestîk bona çêkirin û berfirekirina bargehên Til Bîder û Til Birak bikar bînin.
Ev liv û tevgerên Amerîkayê li Sûriyê di rewşekê de ne ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump îdia kiribû ku wê leşkerên xwe ji Sûriyê derxîne, lê belê piştî çend rojan Trump got ku ji bo parastina nefta Sûriyê wê leşkerên xwe li Sûriyê ragire.
Karzan vê kiryara Amerîkayê li Sûriyê wekî dizîn û talankirina daratî û nefta Sûriyê dihesibînin.