Artêşa Sûriyê bajarokê stratejîk ê Lofê li Idlibê xist bin kontrola xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312775-artêşa_sûriyê_bajarokê_stratejîk_ê_lofê_li_idlibê_xist_bin_kontrola_xwe
Hêzên artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora Idlibê ser bajarokê giring û stratejîk ê Lofê serdest bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2020 12:27 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê bajarokê stratejîk ê Lofê li Idlibê xist bin kontrola xwe

Hêzên artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora Idlibê ser bajarokê giring û stratejîk ê Lofê serdest bûn.

 Li gorî rapora SANA News`ê, artêşa Sûriyê bi cihanîna operasyonekê li derdora Idlibê karî ku meqerên terorîstan têk bibin û bi paşdekişandina wanm bajarokê stratejîk ê Lofê bixe bin kontrola xwe. 

 Hêzên artêşa Sûriyê her wiha yek ji meqerên  qahêm ên terorîsdtan li derdora Mere Nemanê li Idlibê têk birin. 

 Li derdora başûrê parêzgeha Helebê jî hêzên sûrî karîn ser navça giring û stratejîk a Xalidiyê serdest bibin. 

 Artêşa Sûriyê  duh jî karî çar bajarokên Hîş, Tebîş, Amêriyê û Kfer Mezdê li parzêgeha Idlibê bixe bin kontrola xwe. 

 Artêşa Sûriyê ji midehek berî niha va weke berteka li hember kiryara treorîstan li binpêkirina berdewama  agirbesê li parzêgeha  Idlibê, operasyona eskerî li vê navçê destpê kiriye û heta niha kariye hin beşên vê parêzgehê bixe bin kontrola xwe.