Çînê kiryara Emerîka û Brîtanyayê li hember qeyrana Sûriyê rexne kir
Nunerê Çînê li Konseya Ewlehiyê ya NY berbendên welatên rojavayî ji wan Brîtanya û Emerîkayê bo çareserkirina qeyrana Sûriyê rexne kir.
Li gorî rapora roja îniyê ya televîayona Çînê, Cang Cûn, xitabî welatên Emerîka û Brîtanyayê teqez kir nabe alîkariyên mirovheziyê bo Sûriyê bi meselên siyasî re têkel bibin.
Nunerê dayim ê Çînê li Konseya Ewlehiyê ya NY bal kişand ser qeyrana însanî li Sûriyê û got: Emerîka û Inglîz dixwezin bi siyasîkirina rewşa konesya ewlehiyê, Çîn û welatên din ji ber alîkariya bo Sûriyê rexne bikin.
Cang Cûn her wiah teqez kir: Divê şerê li Sûriyê bo işkestdana terorîzmê û kokbirrkirina wê bona aramkirina rewşa Sûriyê û gihêştina bi aşitiya tam bidome û civaka navdewletî nabe ji vê armancê xafil bimînin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû ku bi hewldana artêşê û gelê Sûriyê komploya dijminan bêencam ma.
Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya DAIŞê li vî welatî girêde.