Kurdpress: Li bakura Sûriyê derbasgeha sînorî ya Um Celûd vebû
Çile 30, 2020 06:50 Asia/Tehran
Çavkaniyên Kurdpress li bakura Sûriyê ragihand ku derbasgeha sînorî ya Um Celûd ya navbera Cerablus Û Minbicê vebû.
Nûçegihanê Kurdpressê li bakura Sûriyê ragihand ku derbasgeha Um Celûd ya bakura rojavaya Minbicê duh di navbera Hêzên Konseya Leşkerî ya Minbicê û çekdarên ser bi Tirkiyê vebû.
Ev derbasgeha piştî 3 mehan ku ji ber operasiyonên dagîrkeriya Tirkiyê li bakura Sûriyê ya Serêkanî û Girê Sipî hatibû girtin, dîsa duh vebû.
Herwiha hat ragihandin ku tranzît û transport navbera Cerablus Û minbicê despê kiriye.
Derbasgeha Um Celûd ji derbasgehên girîng ên navbera Minbic û Cerablusê li bakura Helebê ye û ji wir madên xwarek û pincar û mêwe tê derbaskirin.