Artêşa Sûriyê Xan Tûman azad kir
Çile 30, 2020 06:43 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê kete nav bajarê Xan Tûmanê li parêzgeha Helebê û ev dever bitûm ji bin destê terorîstan derxist.
Li gor nûçeya televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê, Artêşa Sûriyê duh kete nav bajarokê Xan Tûmanê li derdora başûrê Helebê û ev bajarok di encama şerekî giran ji bin lepên terorîstên bereya El-Nusre derxist.
Xantûman ketiye 10 kîlometriya başûrê Helebê û ji ber ku li ser Otobana Heleb-Şamê de ye pir girîng û stratejîk e.
Artêşa Sûriyê herwiha ragihand ku bakjarê stratejîk yê Meerat el-Nûman li derdora başûrê parêzgeha Idlibê jî ji bin destê terorîstan derxistiye.