Îlham Ehmed: Lihevkirina aliyên Sûriyê rê li ber destwerdanên derve digire
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) got: "Lihevkirina aliyên Sûriyê rê li ber destwerdanên derve digire."
Îlham Ehmedê di hevpeyvîna gel ajansa ANHA‘yê de bal kişand ser nexşerêya ku dê Sûriyê bigihîne aramiyê, rêbazên pêkanîna lihevkirinekê di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê de û hewldanên di vê derbarê de têne kirin.
Wê got: "Ewilî divê zemîneyeke giştî hebe ku Sûrî li ser wê li hev bikin, ji opozîsyonê tê xwestin ku li helwestên xwe yên kevn binêre û bigihîje qenaetekê ku lihevkirina bi sûriyan re dê siyaseta durist a ku dikare Sûriyê ji krîzê xilas bike, pêk bîne."
Îlham Ehmedê herwiha got: "Derfetên gihîştina lihevkirinê hene û ne zehmet in, tevî hemû çalakiyên leşkerî yên ku rû dane, çi çalakiyên şer bin an jî herêmên hatine dagirkrin, yan jî guhertina demografîk, lê bi lihevkirinê re pirsgirêkên heyî dikarin bêne çareserkirin. Ev yek di çarçoveya lihevkirineke siyasî di navbera aliyên siyasî yên Sûriyê de pêkan e."
Der barê mijara Kongreya Qahîreyê ku dê di demên pêş de were lidarxistin û rola Meclisa Sûriya Demokratîk di kongreyê de, Îlham Ehmed got: "Ya niha tê kirin sazkirina desteya diyalogan e. Kesên ku bo destyeên diyalogê li Qahirê û Moskowayê ed hatien bijartin divê beşek ji wan bên guhertin. Em niha aliyekî birêxistinkirî ji bo Kongreya Qahîreyê ne. Tevî guhertinên ku di çarçoveya diyalogan de têne kirin, em bi hêvî ne ku encamên erênî hebin."
Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Em beşdarî komîteya destûrê nehatin kirin. Lê aliyên din wê beşdar bibin ku der barê wan de agahî nehatin dayîn. Em bi hemû aliyan re çi di komîteya destûrê û çi jî derveyî wê be, di nava peywendiyan de ne. Di heman demê de têkilî û hevdîtinên me bi şandeya diyalogan re berdewam in, wê encamên wê li ser asta neteweyî erênî bin."