Pompêo pişta têrorîstên li Sûriyê girt
Çile 29, 2020 04:01 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi nîşana piştevaniya ji têrorîstên bakurê rojavaya Sûriyê, gefa boykota siyasî û aborî li Şam û hevpeymanên wê xwar.
Li gorî malpera Baghdad Postê, Mayk Pêmpêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi weşandina peyamekê gef xwar ku Waşîngton amade ye kiryarên herî ciddî yên dîplomatîk û aborî li dijî rayedarên sûrî û welatên ku di operasiyonên Idlib û Helebê pişta wan digirin, pêk bîne.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê îdia kir ku artêşa Sûriyê û hevpeymanên wan rê li ber pêkhatina agirbesê li vî welatî digirin.
Tevî lihevkirina Tirkiye û Sûriyê jibo pêkhatina agirbesê li parêzgeha Idlibê, lê têrorîst hema wisa vê peymanê binpê dikin.