Lavrov û Çavûşoglu di pêwendiya telefonî de rewşa Idlibê gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312641-lavrov_û_Çavûşoglu_di_pêwendiya_telefonî_de_rewşa_idlibê_gotûbêj_kirin
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu şeva borî bi telefonê ser rewşa dawiyê ya parêzgeha Idlibê li bakura Sûriyê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 05:17 Asia/Tehran
  • Lavrov û Çavûşoglu di pêwendiya telefonî de rewşa Idlibê gotûbêj kirin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu şeva borî bi telefonê ser rewşa dawiyê ya parêzgeha Idlibê li bakura Sûriyê gotûbêj kirin.

Fars Newsê ragihand ku wezareta derve ya Rûsyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Lavrov li vê gotûbêjê dilgiraniya xwe derheq binpêbûna bicaran a agirbesê ji aliyê terorîstan diyar kir. 

Tevî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ser damezrandina agirbesê li parêzgeha Idlibê, lê belê terorîstan bi caran ev lihevkirin binpê kirine. Piştî vê yekê artêşa Sûriyê biryar da ku azadkirina deverên dagîrbûyî ji aliyê terorîstan li parêzgeha Idlibê û derdora Helebê ji roja înê bide despêkirin.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan  Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstan têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.

Parêzgeha Idlibê meqera herî dawiyê ya komên terorîst li Sûriyê ye ku bi azadkirina vê parêzgehê û hin beşên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê êdî deshilata terorîstan li Sûriyê bi dawî dibe.