Mezlûm Kobanî û Fermandarê navendî yê Amerîkayê civiyan
Çile 27, 2020 09:50 Asia/Tehran
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) û Fermandarê Fermandetiya navendî ya artêşa Amerîkayê civiyan û derbarê çalakiyên hêzên hevpeyman gotûbêj kirin.
General Kênt Mekênzî, Fermandarê Fermandetiya navendî ya artêşa Amerîkayê seredana bakurê Sûriyê kir û digel general Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) civiya û Mekênzî derbarê operasiyonên li Sûriyê ragiahnd ku hêzên wan di hefteyekê da nêzikî sê heta çar operasiyonên leşkerî dijî DAIŞê pêk tînin.