Êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ser bakurê Sûriyê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312598-Êrişên_artêşa_tirkiyê_û_komên_çekdar_ser_bakurê_sûriyê_berdewam_in
Hêzên HSD, raghandinin êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ser bakurê Sûriyê didomin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2020 12:03 Asia/Tehran
  • Êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ser bakurê Sûriyê berdewam in

Hêzên HSD, raghandinin êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ser bakurê Sûriyê didomin.

HSD raghand ku li 21-22 vê mehê de artêşa Tirkiyê deverên Eyn Îsa, Gundê Xirbet Beqer, Sewan û Erîdayê dan ber top û hawanan li encamê de ziyaneka zêde li havwilatiyên herêmê ket. 

 Her wiha artêşa Tirkiyê û komên hevpeymanên wê, gundê Em Elkêfê bi mûşek û hawana  burduman kirin, li 24ê vê mehê de jî êriş kirin ser gundên Erîşa, Qasimiye, Reyhaniye, Ebû Hêla, Mîkran, Begara, Davûdiyê, Ewşa û Erbeînê ser meqerên artêşa Sûriyê û encumena serbazên sûrî. 

 Li encama  bersiva hêzên encumena eskerî ya Sûriyê li bakurê Sûriyê jî, hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê hatin kuştin, otomobîleka serbazî jî hatîmhakirin û ebilxaneyek jî hat zewtkirin. 

 Li gor nûçeyeka din, artêşa Emerîkayê karwanekî din a eskeriyê şand bakurê Sûriyê ku biryar e li Hesekê bi cih bibin.