Aldar Xelîl: Daxuyaniyên Barzanî cihê mixabiniyê ye û dagirkeriyê rewa dike
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên der barê hêzên kurd ên Sûriyê de rexne kirin û diyar kir ku daxuyaniyên Barzanî rewabûnê dide êrişên dewleta Tirkiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyên xwe yên li gel malpera Monitor gotibû ku têkiliyên Qendîl û rêveberiya kurdan li bakura Sûriyê bi hev re hene: Divê were gotin ku Dewleta Tirkiyê jî bi hincetên wiha êrişî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Ev daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî bûn sedema Hêrsbûna kurdên Sûriyê. Di vê çarçovê de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl daxuyaniyên Barzanî sedema mixabiniyê da zanîn û ji Nêçîrvan Barzanî xwest ku dûrî mijarên ku ziyanê dide kurdan bikeve û dagîrkeriya dewleta Tirkiyê rewa neke.
Aldar Xelîl dibêje: Di demekê ku cîhanê piştgiriya Berxwedana kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirkiyê ya dagirker dikir, Barzanî daxuyaniyên dijberî vê berxwedanê anîn ziman û diyar kir ku êrişa dewleta Tirkiyê ya bi hincetên têkiliyên rêveberiya kurdên Sûriyê bi Qendîlê(PKK) re, rewa ne.
Aldar Xelîl daxuyaniyên Barzanî şikber dan zanîn û got: Ev daxuyanî, rewabûna eşkere ya kiryarên dewleta Tirkiyê li dijî me ye, di heman demê de cihê mixabiniyê ne û ne li gorî rola wê ne û xwe dispêrin bihaneyên derewker ku dewleta Tirk di êrişên li dijî herêmên me de, bi kar tîne. Her wiha ev daxuyanî, dibin sedem ku dewleta Tirkiyê dest bavêje dagîrkeriyên zêde li dijî kurdên Sûriyê.