Kontrola hin deverên başûra rojavaya Helebê bi destê Artêşa Sûriyê
Li gor IRIB Newsê, Artêşa Sûriyê karî hin deverên başûra rojavaya Helebê yên wekî Ziyahiye El-Esed û Komelgeha El Sehefiyîn kontrol bike.
Îro ji saet yekê sibeyê ve ser wextê herêmê artêşa Sûriyê agir barand ser çeper û bargehên tekfîriyan li Rîfa Rojava û Başûrê ya Helebê.
Mêhwera Bewrxwedanê di persiva kiryarên bêhedef yên terorîstan ku bi gullên hawanê deverên curbicur li Heleb dikirin hedef, çeperên van terorîstan dan ber gullên top û hawan û mûşekan û navendên sereke ên terorîstan li deverên Humre, El-Mensûre, El-Raşedeyn, El-Behûs, Xan el-Esel, Xan Tûman, Til Eyîs û derdora Kefernaha ji nav birin. Hin nûçe hatine belavkirin ku artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê ber bi Raşedeyn navenda sereke ya terorîstan pêşve çûne . Ev navend nêzîkî Helebê ye.