Maduro: Sûriye hêjayî aşitiyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312587-maduro_sûriye_hêjayî_aşitiyê_ye
Serokomarê Venezuelayê li hevdîtina bi taxima rayedarên Sûriyê re û bi endamê taxima navendî ya partiya serdest a vî welatî re got: Sûriye ku li hemberî terorîsmê serketiye hêjayî aşitiyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2020 06:20 Asia/Tehran
  • Maduro: Sûriye hêjayî aşitiyê ye

Serokomarê Venezuelayê li hevdîtina bi taxima rayedarên Sûriyê re û bi endamê taxima navendî ya partiya serdest a vî welatî re got: Sûriye ku li hemberî terorîsmê serketiye hêjayî aşitiyê ye.

Li gor nûçeya ajansa sûrî ya SANA ya roja şemiyê, Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro li kêleka Konferansa Navneteweyî ya Xebata li hemberî Emperyalîsmê di çarçova aştî û jiyan û mafê serweriyê bi Muhsin Belal endamê taxima navendî ya partiya serdest a Sûriyê re hevdîtin pêk anî û qedirzaniya serokomar û netewê Sûriyê kir û li şerê dijî terorîsmê xwe hevgirtiyê vî welatî da zanîn.

Serokomarê Venezuelayê got: Netewê Sûriye di bin rêberiya serokomarê Sûriyê û bi saya hêza artêşa vî welatî karî li hemberî terorîsmê serkeve vêca ev welat hêjayî aşitiyê ye.

Muhsin Belal endamê taxima navendî ya partiya serdest a Sûriyê bi taximeke rayedarên sûrî re ji bo beşdariya Konferansa Navneteweyî ya Xebata li hemberî Emperyalîsmê çûye Venezuelayê. di vê konferansê de 1500 kesayetiyên navneteweyî beşdarî kirine. Muhsin Belal desnîşan kir ku netewê Sûriyê li kêleka netewê Venezuelayê ye û li ber dorpêç û sizayên aborî, malî û ticarî  yên li dijî vî welatî ku Emperyalîsmê ser wan sepandiye disekine.

Belal herwiha got ku Sûriye li hêla yekem a sekinîna li ber dagîrkeriya Amerîkayê ye ku dixebite çavkaniyên siruştî yên Sûriyê û welatên cîhanê talan bike.