Dewama pêşdeçûna artêşa Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê
Çile 25, 2020 03:59 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê Îniyê bi şev di dewama pêşdaçûnên xwe li başûrê parêzgeha Idlibê, karî ku navçeyên Ebu Herîf û Semkeyê ji bin dagîrkeriya têrorîstan rizgar bike.
Li gorî rapora Pars Today'ê, Çavkaniyên sûrî ragihandin ku di pêvajoya operasiyona artêşa Sûriyê jibo azadkirina navçeyên Ebu Herîf û Semkeyê da herîkêm 30 têrorîst hatine kuştin.
Artêşa Sûriyê di rêjên pêştir da jî karîbû ku çend navçeyan li başûrê parêzgeha Idlibê ji bin lepên têrorîstan azad bike.
Parêzgeha Idlibê dawîn baregeha têrorîstan li Sûriyê ye.