Hêzên Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê li Efrînê 10 sivîl revandin
Saziya Istixbarata Tirkîyê (MIT) li gundê Maratê yê Efrînê yek jê jin 9 sivîl revandin.
Çavkaniyên nûçeyan diyar kirin Saziya Istixbarata Tirkîyê (MIT) duh dor li gundê Maratê ser bi Efrînê ve girt û 10 sivîl ku temenê wan di navbera 25 û 40 salî de ye revandin.
Li gorî çavkaniyan kesên hatin revandin ev: Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Henan, Elî Xelîl, Ruken Heyder, Ehmed Ebdo, Salah Ebdulrehman, Selah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.
Ji hêla din ve, Saziya Çavdêriya ser Mafên Merivan ragehand: Tirkiyê û komên girêdayî wê li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şêrr kirine.
HRW‘ê di rapora xwe ya derbarê binpêkirinên di sala 2019‘an de cih da binpêkirinên dewleta Tirkîyê û çeteyên wê li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di rapora wê sazîyê de di vî warî de hatîye: "Rewşa ewlehî li herêmên derdora Efrînê yên di bin destilatdarîya (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) de ku hevgirtineke ji komên (Artêşa Sûriyê ya Azad e) û girêdayî Tirkiyê ye pir xirab bûye. Li gorî rapora komîtey lêpirsîna navdelwetî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê van komana sûcên şêrr kirine, sivîl kirin hedef, rehîn girtin û bombeyan di maşînan de bicih dikin û diteqînin. Her wiha mirov kuştine, işkence kirine û qanûnên dijwar li ser cilên jin û keçan ferz kirine."