Omer Osê: Danûstandinên nevbara HSD û hikûmeta Sûriyê yê destpê bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312500-omer_osê_danûstandinên_nevbara_hsd_û_hikûmeta_sûriyê_yê_destpê_bibin
Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê Sûrî ragihand dê danûstandin di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de destpê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 12:03 Asia/Tehran
  • Omer Osê: Danûstandinên nevbara HSD û hikûmeta Sûriyê yê destpê bibin

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê Sûrî ragihand dê danûstandin di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de destpê bibin.

Siyasetmedarê Kurd, li Şamê û parlementerê Sûrî, Omer Osê ragihand ku civînên diyalogê wê di navbera berpirsên Hikmûeta Sûrî û hinek fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, bi zûtiyê bên destpêkirin.

Omer Osê ragihand, di rojên bê de li Şama paytext, civîneke diyalogê wê bê lidarxistin û tekez kir ku ew civîn wê di atmosfereke erênî de be.Tê zanîn ku bêhtir ji carekê hewlên encamdana danûstandin û diyalogê di navbera Hikûmeta Sûrî û HSDê û MSDê û Rêveberiya Xweser de dihatin kirin, heta niha jî ew hewl berdewam in.