Hêzên Moskow û Waşîngtonê li bakura Sûrîyê himberî hev sekinîn
Hêzên leşkerî yên Rûsîyê sîstema berevanîya hewayî li bakura Sûrîyê bicih kirin û çavkanîyên sûrî jî vê yekê di çarçova gêreya di navbera Moskow û Waşîngtonê da dizanin.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi opozosyona vî welatî û meqera wê li Londonê ye di raporekê de ragihand: Hêzên leşkerî yên Rûsîyê sîstema mûşekî ya taybet bi berevanîya hewayî li Balafirgeha Qamişloyê li bakura Sûrîyê bicih kirin, xwe jî mûşekên nû û pêşketî.
Di dewama wê raporê de hatîye ku ew karê Moskowê di çarçova gêreya digel Waşîngtonê û rikeberîya di navbera her du alîyan da a jibo sepandina hejmonîya xwe nemaze li herêma di navbera Heseke-Helebê ku devereke istiratêjîk e, ye.
Li herêma Mistefawîyê jî komeke hêzên amerîkî pêşî li hêzên ûris girt ta ku ji rêya sînorî ya ber bi derîyê sînorî yê Sêmalkayê ve neçin.
Şeva buhurî jî hêzên amerîkî li gundê Telfexarê pêşî li hêzên ûris girtin û nehîştin ew herin şarê Malikîyê.
Çavkanîyên nûçeyan li Sûrîyê ragihandin ku ew rêgirtina 2 sietan berdewam bû û bû sedema gêreyê, paşê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ketine navberê û hêzên ûris ber bi Malikîyê va çûn û yên amerîkî jî ber bi baregeha leşkerî ya Rimêlanê ve.