Koçberên Helebê berê xwe didin Efrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312472-koçberên_helebê_berê_xwe_didin_efrînê
Ji ber dewama şêrr 27 hezar sivîl ji navçeyên rojavayê Helebê koçber bûne û piraniya van koçberan ji aliyê grûpên çekdar ve li herêma Efrînê tên bicîhkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Koçberên Helebê berê xwe didin Efrînê

Ji ber dewama şêrr 27 hezar sivîl ji navçeyên rojavayê Helebê koçber bûne û piraniya van koçberan ji aliyê grûpên çekdar ve li herêma Efrînê tên bicîhkirin.

Xelkê navçeyên rojavayê Helebê, ji ber dewama şêrr direvin. Ev di demekê de ye, ku piraniya van koçberan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê tên bicîhkirin.

Koçberê Himsê Ehmed Ferec dibêje: “Ez bi xwe ji Himsê koçber bûme, ji Himsê koçberî Xan Esel bûm, piştre ji Xan Esel koçberî Cibîna bûm, niha berê me li Efrînê ye,em dê li Efrînê bicih bibin.”

Piraniya xelkê ku ji navçeyên rojavayê Helebê direvin, ew bixwe derbider û koçberên Hims, Hema û Idlibê ne, niha jî nizanin dê berê xwe bidin kûderê. 

Koçber Samir Genco jî got: “Ev hemû xelk dê bi kûderê ve biçin, ka dê ev xelk berê xwe bidin kûderê? Kesê ku cih jê re nîne, koçberên Idlib û Helebê dê biçin kûderê. Em koçberên Helebê ne, ka em ê biçin kûderê?”

Li gor Tîma Hevahengên Bersivdana Sûriyê, di çend rojên derbasbûyî de 27 hezar sivîl ji navçeyên rojavayê Helebê , ji ber dewama şêrr derbider bûne, li gor heman çavkaniyê ji sedî 73ê ji wan derbideran jin û zarok in, hemû jî li navçeyên Mertala Ferat, Efrîn û kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê bicîh bûne.