Bişar Ceiferî: Biryara dewleta Sûrîyê jibo azadkirina Idlibê teqil û bêveger e
Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY pêgirî kir ku biryara dewleta wî welatî ya azadkirina parêzgeha Idlibê ji lepên têrorîstan, biryareke teqil û bêveger e.
Bişar Ceiferî Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de got ku Sûrîye di rêya serketina himberî têrorîsmê û vegerandina ewlehîyê bi hemî deverên wî welatî da ye. Parêzgeha Idlibê jî dawîn çepera têrorîstan li Sûrîyê ye.
Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY derbarê destwerdana di encamên lêkolînên têkildarî êrişa kîmyewî ya idiakirî li navça Domayê ji hêla Koma Pêderxistina Rastîyan a Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî got: Her dema Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê li bereyên şêrr pêşda çûne û ser ketine, endamên rojavayî yên Civata Ewlehîyê ya NY bi armanca girtina pêşîya wê pêşketinê dest bi haykûf û dosîyesazîyê dikin.
Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewîdi Sibata buhurî de idia kir ku di Nîsana sala 2018`an de li Domaya Sûrîyê gaza Kolorê hatîye bikaranînê.
Amerîka, Fransa û Ingilîsê di 14`ê Nîsana sala 2018`an de yanî tam hefteyekê piştî tawanbarkirina Sûrîyê bi bikaranîna çekên kîmyewî li Domayê, zêde ji 100 mûşek avêtin deverên curbicur ên Sûrîyê.