Xwenîşandana gel li Kurdistana Sûrîyê bi boneya duyemîn salvegera êrişa Tirkîyê ser Efrînê
Xelkê Kurdistana Sûrîyê li deverên curbicur ji wan herêmên Cizîre, Qamişloyê di duyemîn salvegera êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe nîşan da û ew ``dsagirkerîya şermezar kir.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, xelkê Kurdistana Sûrîyê li deverên curbicur ji wan herêmên Cizîre, Qamişlo, Meibede, Malikîye, Cilaga û hwd di duyemîn salvegera êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe nîşan da û ew kara şermezar kir.
Xelkê Qamişloyê bi kombûna li meydana Osman Sebrî, bi durişman nerazîbûna xwe himberî Tirkîyê nîşan da û pêgirî ser domandina têkoşînên jibo azadkirina Efrîn, Serêkanî û Girêspîyê kir.
Şemsexan Gelo Endama Kongira Star`ê di axavtinekê de got: Têkoşîna gelê bakur û rojhilata Sûrîyê dijî dagirkerîyê berfire bûye. Jibo ku dewleta Tirkîyê bi hegera sûcên cengê were muhakimekirinê, em ji sazî û dezgehên navnetewî dixwazin ku vê yekê bişopîne.