Artêşa Tirkiyê li Girê Sipî hikûmeta Leşkerî ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312422-artêşa_tirkiyê_li_girê_sipî_hikûmeta_leşkerî_ragihand
Artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re li deverên dagîrkirî yên Sîlvek, Kondê Hemam Tirkmen û Girê Sipî û gundên derdorê hikûmeta Leşkerî û qedexetiya derketina derve ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2020 05:25 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê li Girê Sipî hikûmeta Leşkerî ragihand

Artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re li deverên dagîrkirî yên Sîlvek, Kondê Hemam Tirkmen û Girê Sipî û gundên derdorê hikûmeta Leşkerî û qedexetiya derketina derve ragihand.

Li gor Kurdpressê, artêşa Tirkiyê û çekdarên pêra yên ji komên terorîst ku di nav koma bi navê Artêşa Sûriya Azad de bi rêxistin kiriye  li deverên dagîrkirî yên 
 Sîlvek, Kondê Hemam Tirkmen û Girê Sipî û gundên derdorê hikûmeta Leşkerî û qedexetiya derketina derve ragihand.

Li gor zanyariyên ku çavkaniyên herêmî dane, hikûmeta leşkerî û qedexetiya derketinê li Girê Sipî û deverên hanê bûne sedema çêbûna pirsgirêkên zav ji şêniyên navçê û xelkê van deveran nikarin hewcetiyên xwe yên rojê bi taybetî nan û avê dabîn bikin.

Her diçe zilm û zora artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re ser xelkê deverên dagîrkirî li bakura Sûriyê zêde dibe û li vî halî de civaka cîhanî li ber vê yekê xwe bê deng kiriye.