Destpêbûna operasyona artêşa Sûriyê li bajarê Helebê
Artêşa Sûriyê operasyona êrişa ser meqerên komên terorîstî li derdorên başûrî û rojavayî yên Helebê li bakurê Sûriyê destpê kir.
Li gorî rapora roa duşemiyê ya kanala Al-Alamê, artêşa Sûriyê êrişên xwe yên hewayî ser meqer û cebilxane û riyên hatûçûyîna komên terorîstî li navçên rojavayî yên Helebê destpê kiriye ku riyên gîhandina aalîkariyan bo terorîsdtan ji Idlibê bê qutkirin.
Xelkê Helebê ji artêşa Sûriyê xwestin ku talûkeya komên terorîstî ji derdora vî bajarî bê encam bikin ku ev daxwaza rastî berteka demlidest a fermandetiya hêzên çekdar ên artêşa Sûriyê hat û artêşa Sûriyê êrişên xwe ser mêhwerên rojavayî û başûrî yên bajarê Helebê destpê kir.
Ev êriş bona dabînkirina ewlehiya navçên derdora bajêr û kutabûna êrişên endamên terorîstî ji van navçana ser navçên xelknişîn ên Helebê ku li encama wê hejmareke ji welatiyên sûrî hatine kuştin an birîndar bûne, cih tên.