Hevserokê MSD: Kurdên Sûrîyê hez dikin muzakirên nû bi Şamê re destpê bikin
Hevserokê Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) ragihand ku ew meclisa hez dike ku muzakireyên nû bi dewleta Şamê re destpê bike.
Riyaz Derrar Hevserokê MSD (pêkhatî ji nunerên hemî çîn û qatên bakur û rojhilata Sûrîyê) got: Em di rêya muzakireya digel dewleta Şamê da ne û me ev yeka ji nîveka sala 2018`ê va destpê kir û ew muzakire jiber daxwaza hikûmetê ya vegera bo rewşa berî sala 2011`ê hatin sekinandinê. Em nika dixwazin ku muzakirên nû bi serketinên zêdetir destpê bikin.
Hevserokê MSD herwiha amajeyî hewlidana rayedarên ewrûpî jibo hevkarîya digel berpirs û rêvebirên bakura rojhilata Sûrîyê kir û got: Seredanên me yên Ewrûpayê bi armancên kivş pêk hatin û nemaze piştî êrişa Tirkîyê ser navşeyên me li Serêkanîyê û Girêsipî gellek rayedarên ewrûpî gazî me kirin û demekê me li hotel an kafeyan bi wan re hevdîtin pêk dianî ku roja îro em li Wezaretên Karên Derve yên wan welatana bi Wezîrên wan re têkildarî gellek projeyan û nemaze têkildarî DAIŞ`îyên girtî di destê hêzên Kurd de û mêkanîzma çareserkirina pirsgirêkên malbatên wan muzakirê dikin.