PYD: Efrîn xeleka yekemîn a dagirkirin û guhartina demografiya tevahîya bakurê Sûriyê bû
PYD’ê destnîşan kir ku êriş û dagirkirina Efrînê xeleka yekemîn a dagirkirina tevahîya bakurê Sûriyê û guhartina demografiya herêmê bû û bal kişand ser vîya ku Efrîn di dilê hemû Kurdên Kurdistana Sûrîyê û mirovên birûmet de ye ku îxanet û êrişê qebûl nake.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera êrişên artêşa dewleta Tirkîyê û çeteyên wê li dijî Efrînê, daxuyaniyek weşand û ragihand: "Di 20`ê Çilleya 2018’an de, faşîzma Tirkîyê li gorî lihevkirina di navbera hegemonyaya cîhanî de, dest bi êrişkirina ser Efrînê kir û tenê li pêş şêniyên Efrînê û li hember êrişên hovane ji alavên kuştin û wêrankirinê yên NATO’yê Berxwedana Serdemê pêk hat. Dijmin, hemî qanûnên navdewletî ku sivîlan hedef negere, binpê kirin û di encamê de bi hezaran şênî şehîd û birîndar bûn, zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe neçarî koçberiyê bûn.
Artêşa faşîst a Tirkîyê û çeteyên wê, li himberî şêniyên ku ji gund û malên xwe derneketine, binpêkirinên revandin, talan û gefên bi armanca koçberkirinê bi kar anîn, her wiha li cihê wan çete û malbatên wan bi cih kirin. Ji bilî wê jî şûnewarên dîrokî talan kirin û dizîn, dar birîn û mal şewitandin. Hê jî ev binpêkirin heta roja îro bi zanebûna hêzên hegemon ên têkildarî rewşa Sûriyê berdewam in. Li aliyekî din jî faşîzma Tirkîyê nahêle tu çapemenî yan jî rêxistinên mirovî yên ne girêdayî wê derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirin û sûcên wê neyên eşkerekirin. Her wiha faşîzma Tirkîyê û çeteyên wê êrişî koçberên li herêmên Şehbayê dikin û komkujiya Til Rifetê belgeya mezin a sûcên dewleta dagirker a Tirkîyê û çeteyên wê li dijî sivîlan, bi taybet zarokan e.