Li Efrînê 6 çete hatin kuştin, 2 leşkerên artêşa Tirkîyê jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin di encama çalakiyên hêzên wan de, 6 çete hatine kuştin û 2 leşkerên artêşa Tirkîyê jî birîndar bûn.
“Li herêma Efrîn û Ezazê, di 17-18 Çileyê de Hêzên Rizgariya Efrînê li hemberî artêşa Tirkîyê û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor lidar xistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê di17’ê Çileyê de li herêma Ezazê li hemberî baregeheke artêşa Tirkîyê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker birîndar bûn.
Di 18’ê Çileyê di saetên sibê de li xeta gundê Beradê yê navçeya Şêrawa Hêzên Rizgariya Efrînê li hemberî çeteyên artêşa Tirkîyê 2 çalakiyên bibandor li dar xistin. Di encama wan her du çalakiyan de 6 çeteyên Firqat Hemzet hatin kuştin.
Her wiha 17 û 18’ê Çileyê, artêşa Tirkîyê gelek gundên herêmên Efrîn û Şehbayê dan ber obusan.