Feysel Miqdad: Mesela Filistînê dê weke mijara sereke ya Sûriyê bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312380-feysel_miqdad_mesela_filistînê_dê_weke_mijara_sereke_ya_sûriyê_bimîne
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Mesela Filistînê dê weke mijara sereke ya Sûriyê bimîne.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 19, 2020 12:58 Asia/Tehran
  •  Feysel Miqdad: Mesela Filistînê dê weke mijara sereke ya Sûriyê bimîne

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Mesela Filistînê dê weke mijara sereke ya Sûriyê bimîne.

 Li gorî rapora SANA News`ê, Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê derve yê Sûriyê roja yekşemiyê li hevdîtina  taximek ji komîta kargêra Rêxistina Rizgariya Filistînê li Şamê bal kişand ser pêwîstiya yekitî û hevgirtina filistîniyan bona rawestana li ber komployên Emerîka û Rejîma Siyonîstî û destnîşan kir: Tevî zexta zêde ya welatên rojavayî û şerê terorîstan li dijî Sûriyê, mesela Filistînê dê tim weke mijara sereke ya Şamê be.

Alîkarê wezîrê derve yê Sûriyê her wiha êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîstî ser Bab Ul-Rehmeyê li mizgevta El-Eqsayê şermezar kir û ser giringiya hevgirtin û xurtkirina yekitiya filistîniyan bona rûbirûbûna bi Emerîkayê û Rejîma siyonîstî re teqez kir.

 Ehmed Elî, serokê taxima komîta kargêra Rêxistian Rizgariya Filistînê jî ji alîkariyên gel û dewleta Sûriyê sipasî kir û hêvî kir: Sûriye divê bi zûtirkê ji terorîstan rizgar bibe loma ev mijara bê şik ser qezanca armnaca Filistînê ye.