Agirbes li Idliba Sûriyê
Çile 12, 2020 06:48 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku ji vê sibeyê ve li parêzgeha Idlibê ya bakura Sûriyê di çarçova lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê de, agirbes hat damezrandin.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, Lihevkirina agirbesê li parêzgeha Idlibê ji vê sibeyê ser dema herêmî cih hat.
Kanala Televîziyona Al-Mayadeen jî ragihand ku piştî damezrandina agirbesê rewşa navça Idlibê aram bûye û Artêşa Sûriyê jî ji bo derketina xelkê sivîl ji bajarê Idlibê sê derbasgeh vekiriye.
Lihevkirina agirbesê li parêzgeha Idlibê piştî vê yekê cih hat ku serokomarên Tirkiyê û Rûsyayê Erdogan û Pûtîn roja çarşemê di daxuyaniyeke hevpar de li ser cihatina lihevkirinên îmzabûyî li bara Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û Rûsyayê sekinîn.