Hevdîtina Pûtîn û Esed li Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312014-hevdîtina_pûtîn_û_esed_li_Şamê
Viladîmîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê roja Sêşemiyê li sefera xwe ya Şama paytexta Sûriyê digel Beşar Esedê serokmarê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 15:43 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Pûtîn û Esed li Şamê

Viladîmîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê roja Sêşemiyê li sefera xwe ya Şama paytexta Sûriyê digel Beşar Esedê serokmarê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora Interfax`ê, Dîmîtrî Peskov Berdevkê serokoamrê Rûsiyê got: Pûtîn di vê hevdîtinê da ji Esed ra gotiye ku gellek pêngav jibo vejiyandina hakimiyetê li Sûriyê û parastina yekparçetiya axa vî welatî cih hatine.

Li gorî vê raporê, Pûtîn çûye çend bargehên leşkerî yên artêşên Rûsiye û Sûriyê û li nav kolanên Şamê jî geriyaye.

Ofîsa serokomarê Sûriyê jî ragihand ku Esed û Pûtîn di dema seredana navendeka çekdarî ya Rûsiyê li Şamê raporek ji rewşa niha ya şêrr wergirtiye.

Pûtîn biryar e piştî vê seferê, jibo gotûbêja derbarê rewşa Sûriye û Lîbiyayê, li Stenbolê bi Erdoganê serokomarê Tirkiyê ra hevdîtinekê pêk bîne.

Sefera Pûtîn bo Tirkiyê bi armanca beşdariya di merasima vekirina boriya gazê ya Tirk Strîmê pêk tê.