Ûrsêtê bargeheke leşkerî li Qamişloyê damezirand
Tesrîn 04, 2019 12:36 Asia/Tehran
Hêzên Ûrsêtê cihê berê yê Sendîkaya Cotkarên Qamişloyê li nêzîkî balafirgeha Qamişloyê ji xwe ra kirin baregeh û li wir bi cih bûn.
Ligorî agahîyên Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê, Hêzên Ûrsêtê cihê berê yê Sendîkaya Cotkarên Qamişloyê li nêzîkî balafirgeha Qamişloyê ji xwe ra kirin baregeheke leşkerî û li wir bi cih bûn.
Rojnama Aydinlikê jî nivîsî ku Ûrsêtê ji dewleta Sûrîyê xwest ku balafirgeha Qamişloyê jî weke baregeha hewayî ya Humeymîmê bo 49 salan kirê bide Moskowê.
Eva di halekî da ye ku tê gotin karwanekî leşkerên amerîkî li Qamişloyê li baregeha YPG li wî şarî bi cih bûye.