Hêzên HSD 15 gund li bakura Sûrîyê xistin bin kontrola xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309959-hêzên_hsd_15_gund_li_bakura_sûrîyê_xistin_bin_kontrola_xwe
Hevgavê qayîmkirin û şidandina çeperên Artêşa Sûrîyê li bakura vî welatî, hêzên HSD jî karîn 15 gundan bêxin bin kontrola xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2019 13:32 Asia/Tehran
  • Hêzên HSD 15 gund li bakura Sûrîyê xistin bin kontrola xwe

Hevgavê qayîmkirin û şidandina çeperên Artêşa Sûrîyê li bakura vî welatî, hêzên HSD jî karîn 15 gundan bêxin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora Rojnama Al Watan a Sûrîyê, hêzên Artêşa wî welatî li derdora bajarokê Til Temirê çeperên xwe li mêhwereke bi dirêjatîya 60 kîlomêtran jibo sekinîna himberî êrişên ihtimalî yên Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê qayîm kirin û şidandin.

Hêzên Artêşa Sûrîyê herwiha pêşdaçûna ber bi sînorê digel Tirkîyê domandin ta ku pêşîya êrişên vî welatî bigirin.

Hêzên HSD jî li devera Ebû Reisînê di şerê himberî hêzên Artêşa dagirker a Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê de karîn 15 gundan li Serêkanîyê bêxin bin kontrola xwe.